Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Kampanyaya ji Darvekirinan re Na: Li Îranê di mehekê de herî kêm 350 kes hatin darvekirin

Kapanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’ ragihand ku di nava mehekê de zêdetirî 350 kes li Îranê hatine darvekirin.

Kampanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’ ku li dijî pêkanînên cezayê darvekirinên li Îranê hatiye destpêkirin, di hefteya xwe ya 109’an de, di derbarê darvekirinan de daxyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê merasîmên çileyên xwepêşanderên gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê weke sembola nerazîbûnan lê hatiye. Hate gotin ku di merasîman de li dijî desthilatê dirûşme tên avêtin û kesên hatine kuştin têne bîranîn.

Li gorî kampanyayê di nava mehekê de zêdetirî 350 kes hatine darvekirin. Kampanyayê bang li raya giştî, rêxistinên mafên mirovan û azadîxwazan kir ku bibin dengê girtiyan û rê nedin zarok ji aliyê zaliman ve werin kuştin. Herwiha bang li hemû malbatên girtiyan hate kirin ku rewşa zarokên xwe yên girtî belav bikin, dengê xwe bilind bikin û li dijî zextên rejîmê xwedî helwest bin.